“Turnuvaya Futbolê ya Sezaî Karakoç” dest pê kir

 

 

Di "Turnuvaya Futbolê ya Sezai Karakoç" a nav saziyan ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve hat lidarxistin de fîtika pêşîn hat lêdan.

26 tîman serî li turnuvaya futbolê ya ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê ve tê organîzekirin dan. Mebest jê ew e moral û motîvasyona xebatkarên li saziyên fermî dixebitin zêde bikin.

13 tîmên ku bi ser ketin piştî maçeke yekane dê di 4 koman de bi şêwazê lîgê maçên xwe bilîzin.

Piştî maçên nîvfînalê ku tîmên ku komên xwe di rêza ewil de biqedînin hatin lîstin, dê maçên rêzên yekem, duyemîn, sêyemîn û çaremîn bên kirin.

Di dawiya turnuvayê de wê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve diyariyên curbecur bên pêşkêşkirin ji bo sê tîmên serketî.