Ji bo mexdûrên erdhejê konserek hat lidarxistin

 

Bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û Zanîngeha Dîcleyê ji bo mexdûrên erdhejê yên li bajarê konteyniran dimînin konserek hat lidarxistin.

Ji bo mexdûrên erdhejê yên ku li navçeya Kayapinarê li bajarê konteynirê hatine bicihkirin, ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê û Navenda Sepandin û Lêkolînê ya Pirsgirêkên Jinê ya Zanîngeha Dîcleyê ve "Çalakiya Moralî ya bi Stranên Gel ên Diyarbekirê" hat lidarxistin.

Solîsta Beşa Çand û Karên Civakî Songul Kale û ekîba xwe ji bo mexdûrên erdhejê stranên xweş ên gelêrî gotin.

Di çalakiya ku bi beşdariya jin û ciwanan hat lidarxistin de mexdûrên erdhejê kêfxweşiya xwe anîn ziman, rojek cuda derbas kirin.

Yek ji ciwanên ku ji ber erdhejê li bajarê konteyniran rûdinişt û beşdarî konserê bû Semanur Baga jî wiha got: “Ji ber ku xaniyê me di erdhejê de xisareke mezin dît, em bi malbata xwe re pêşî li kon û niha jî li konserê dimînin. Di konsera ku îşev ji me re hat organîzekirin de, dayîkên me û me ciwanan gelek kêfa xwe anî, govendeka xweş gerand û moralê xwe xweş bû. Ez spasiya kesên ku bername amade kirin dikim."

Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ayşe Yildirim, hevjîna Rektorê Zanîngeha Dîcleyê Mehmet Karakoç Meral Karakoç û welatî beşdarî çalakiyê bûn.