Alîkarê Wezîrê Karên Hundir Karaloglu çû serdana Alî Emîrî Bîlgîevîyê

 

 

Alîkarê Wezîrê Karên Hundir Munîr Karaloglu, li Mala Zanînê ya Alî Emîrî ya ku beriya demekê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve hat vekirin, bi xwendekaran re hevdîtinek pêk anî.

Karaloglu der barê xebatên perwerde û çandê yên Bîlgievî de ji rayedaran agahî girt û piştre bi xwendekaran re sohbet kir.

Karaloglu ji xwendekaran re derbarê plansaziya karîyera xwe de fikrên wan pirsî û ji xwendekarên ku dê bikevin îmtîhanê serkeftin xwest û diyar kir ku divê bi awayekî sîstematîk bixwînin.

Karalogluyê ku demekê bi mamosteyên Alî Emîrî Bîlgîevî re jî hevdîtin kir, destnîşan kir ku bi belavbûna saziyên perwerdeyê yên wek “Bîlgî Evî” û Lîseya Akademî re rêjeya serkeftina perwerdehiyê ya bajêr zêde bûye.

Di serdana Alîkarê Wezîrê Karên Hundir Karaloglu de, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Abdullah Çîftçî û serokên daîreyan amade bûn.