Kesên astengdar nehatin jibîrkirin

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, bi minasebeta 23-29ê Îlonê "Hefteya Astengdaran a Navnetewî" set û malzemeyên kirtasiyê diyarî xwendekarên astengdar kir.

Şaredariya Bajarê Mezin xebatên xwe yên ji bo xizmetê ji hemû beşên civakê re bi feraseta şaredariya civakî didomîne.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî bi minasebeta 23-29'ê Îlonê "Hefteya Astengdarên Bihîstinê ya Navneteweyî" Dibistana Seretayî û Navîn a Astengdarên Bihîstinê ya Surkentê ya ku li navçeya Yenîşehîrê xebatên xwe yên perwerdehiyê didomîne ziyaret kir.

Serokê Daîreya Xizmetên Civakî Bayram Sezgîn ê ku di serdanê de ji rêveberên dibistanan agahî girt, yek bi yek dersxane ziyaret kirin û bi xwendekarên astengdar re wext derbas kir.

Di serdanê de ji aliyê ekîbên girêdayî Midûriyeta Xizmetên Civakî ve ji bo xwendekarên astengdar ên di dersan de sîteyên vegerê û malzemeyên kirtasiyê diyarî kirin.