Rêgeha otobûsa şaredariyê F7 hate guheztin

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, bi destpêkirina sala perwerdehiyê ya 2023-2024an re, li gor daxwaza welatiyan rêgeha wesayîta bi kod F7 guhert.

Wezareta Veguhestinê rêyên heyî digurerîne da ku xwendekar bi rehetî û ewledar biçin dibistanê û vegerin malê.

Rêgeha wesayita barkêşiya giştî ya bi kod F7 ku di navbera Komexanî û Termînala Otobusan de xizmetê dike, ji bo welatiyên li herêma 500 Evler dijîn bi kar bînin hat dirêjkirin.

Rêya ku wê serê sibê saet di navbera 06.20 û êvarê saet 20.40an de ji aliyê 3 wesayîtan ve were serwîskirin wiha ye:

Çûyin: Komexanî - Tedaş - Seyrantepe - Tesîs - Bulvara Dîclekentê - Xaçerêya Medya - Salona Dawetê ya Ava - Şaredariya Kayapinarê - Gazîler - Ceylan AVM - Nexweşxaneya Welidînê - Rêya Rihayê - 500 Evler.

Veger: 500 Evler - Rêya Rihayê - Nexweşxaneya Welidînê - Ceylan AVM - Xaçerêya Medyayê - Dîclekent - Tesîs - Nînovaya AVM - Seyrantepe - Komexanî.