Qeydkirina qursên hunerî dest pê kir

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, ji bo qursên hunerê yên li 11 şaxên ku welatî dikarin bêpere jê sûd werbigirin, dest bi hildana qeydan kir.

Konservatuara Bajêr a ku xebatên xwe yên hunerî yên di çarçoveya Beşa Çand û Karûbarên Civakî de bê kêmasî didomîne, ji bo serdema payîzê ya sala 2023an 11 qurs vekirin.

Di perwerdeyên ku dê li Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç bên dayîn de dê qursên baglama, gîtar, bilûr, keman, piyano, kemençeya klasîk, erbane (tembûr), perwerdeya dengbêjiyê, kabak kemane, ney û resimê bên dayîn.

Di qursên ku dê ji bo zarok û mezinan bên lidarxistin de her xwendekarek dê karibe xwe li qadekê qeyd bike.

Ji bo ku qeydkirina xwendekarên di bin 18 saliyê de, di qonaxa plansaziya qursê de divê dêûbav 'Belgeya Destûra Dêûbavî' îmze bikin.

Kesên ku dixwazin ji qursan sûd werbigirin dikarin heta 8ê cotmehê roja yekşemê serî li https://form.jotform.com/232612226524953 bidin.