Sohbeta “Ji çavê helbestê ve jiyan” pêk hat

 

 

Di çarçoveya civînên "Huzur Hanem" ên ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve tên lidarxistin de nivîskar Hayatî Înanç hevpeyvînek kir.

Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî axaftina "Ji çavê helbestê ve li jiyanê nihêrîn" a ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ve li Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç hat lidarxistin.

Înanç, diyar kir ku ew ji ber ku li Diyarbekirê ye kêfxweş e û got ku ji ber eleqeya welatiyan a li ber bernameyê kêfxweş e.

Înanç weha axivî:

"Ev cihekî gelek xweş e. Bajarê pêxemberan e. Bajarê Diyarbekirê, bajarê Saît Paşa, Silêman Nazîf, Elî Emîrî ye... Ji ber vê jî her ku têm vir kêfa min tê. Ez dixwazim li vir bimînim. Eleqe û baldariya xelkê wê germ e, min dît îro jî wisa bû. Hatina Diyarbekirê û muhbeta li gel xelkê Amedê ji bo min cihê kêfxweşiyê ye.”

Piştî hevpeyvînê ji aliyê Zelîha Su hevjîna Walî Alî Îhsan Su ve plaket û kulîlk pêşkêşî Nivîskar Înanç hatin kirin.

Hevjîna Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Meryem Çîftçî û serokên daîreyan jî beşdarî bernameyê bûn.