Kolana Mîmar Sînan dê ji çûnûhatina wesayîtên dualî re bê vekirin

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, bi biryara UKOMEyê dê cadeya Mîmar Sînan a ku li kêleka Mala Galeria ye, ji trafîka wesayîtên dualî re veke.

Bi biryara di civîna UKOMEyê ya di 27.09.2023an de hat girtin, biryar hat dayîn ku di 30ê îlonê da ji Kolana Elezîzê ber bi Kolana Mîmar Sînan ve rê li trafîka wesayîtan bê vekirin.

Di civînê de her wiha biryar hat dayîn ku wesayîtên çûnûhatinê yên gel ên ji Kolana Mîmar Sînan ber bi Kolana Elezîzê ve diçin û rêwiyan rakin û dakêşin, bê rawestandin.