Vesehiya bermahiyên tibî di saziyên tenduristiyê de

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, ji bo welatî û jîngehê ji zirara bermahiyên tibbî biparêzin, li saziyên tenduristiyê yên li bajêr teftêş kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin di çarçoveya "Rêziknameya Kontrolkirina Bermahiyên Tibbî" de, ji bo tenduristiya gel û welatiyan ji zirara bermahiyên tibbî biparêze, li navenda bajar û navçeyan xebatên xwe didomîne.

Midûriyeta Parastin û Kontrola Jîngehê bi ekîbên ku ava kiribûn ve li saziyên tenduristiyê yên ku di rêziknameyê de hatine diyarkirin, ji hev cuda komkirina bermahiyên tibbî û depokirina wan kontrol kir.

Ekîbên ku nuqteyên berhevkirinê yên li saziyên tenduristiyê kontrol dikin hişyarî dan xebatkaran ku tedbîrên pêwîst bigirin.

Şaredariya Bajarê Mezin dê di çarçoveya "Rêziknameya Kontrolkirina Bermahiyên Tibbî" de li hemû nexweşxane û navendên tenduristiyê yên di nav sînorên şaredariyê de kontrolên demkî bidomîne.