Çîftçî xebatên restorasyonê yên li Deriyê Rihayê teftêş kir

 

 

Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Abdullah Çîftçî, xebatên qonaxa 6emîn ên ku bi şîara "Vejîna di sûran de" tên kirin nirxand.

Xebatên restorasyonê yên ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve ji bo Sûrên Diyarbekirê yên ku di Lîsteya Mîrateya Çanda Cîhanê ya UNESCOyê de ne ji nifşên paşerojê re bên şandin, dabûn destpêkirin berdewam dikin.

Di çarçoveya xebatên qonaxa 6emîn ên ku ji aliyê Midûriyeta Plansaz û Bajarvaniyê ve tên kirin de ekîb li 2 baskên ku Deriyê Rihayê diparêzin tamîra mezin dikin.

Sekreterê Giştî Çîftçî xebatên ku li Rihayê didomin nirxand û der barê pêşketinên ku hatine bidestxistin de ji xebatkaran agahî girtin.