Print this page

Rêya îmarê ya Tekonokenta Sûrê tê çêkirin

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku li navçeya Sûrê li navçeyên ku nû hatine avakirin, pirsgirêkên çûnûhatinê neyên dîtin, li pişt Teknokentê rêyeke nû çêdike.

Di çarçoveya xebatên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çêkirina Rê û Koordînasyona Binesaziyê ve tên kirin, xebatên kolandinê û rakirina binesaziyê bi dawî bûn û xebatên tijîkirina keviran dest pê kir.

Li ser rêya ku dirêjiya wê 2 hezar û 180 metre û firehiya wê 20 metre ye, piştî dagirtina rêyan dê xebatên tekûzkirinê bên kirin.

Piştî bidawîbûna rêya yekalî ya plankirî, dê jîngeh bi rengekî xweşik were peydakirin û welatî dê bibin xwediyê derfeteke veguhestinê ya hêsantir.