Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li seranserê bajêr bi şev û roj xebatên xwe yên sarêjkirinê yên dijî kêzikan didomînin.
Ekîbên Yekîneya Dezenfeksiyonê ya Midûriyeta Karûbarên Tenduristiyê û Karûbarên Veterînerî û Midûriyeta Şaxa Tenduristiya Gel, zêdebûnaa mêş, kelmêş, pêşû, kêzik û yên wekî wan di asta ku tenduristiya mirovan tehdîd neke û pêşî li nexweşiyên wekî malaria, tîfo, kolera, dîzanterî, taya zer bigire û bi rêbazên zanistî lez da xebata dermanreşandinê.
274 xebatkar û 80 wesayît
Çalakiyên dermankirinê; Li 17 navçe û 1046 taxan bi 274 xebatkar, 80 wesayît, 34 heb, traktor, 15 atomîzer, 50 cîhazên ulv, 200 pompeyên paşverû, misflyker, 5 alavên mijê yên termalê dewam dike.
Li dijî lavrayan xebata dermankirinê
Li hewz, gol, bêrm, kanalîzasyon, qadên qamîş, mêrg, çalên septîk, ava rawestar a mend, avên jêrzemînan, hewzên xemilandî, qadên ku zibilê heywanan lê kom dibe, embaran, cihên ku bermayên organîk lê tên komkirin û vêkdan, li dijî mêş û kurmikên mozqirtan xebat tê kirin. Ev xebat bi awayekî periyodîk li van deveran û deverên cotkirinê tê kirin.
Xebata Dermankirin Bi Şev (ULV) dest pê kir
Ekîban ji bo mêş, kelmêş, kêzik û hwd nemînin, di heman demê de dest bi xebatên ULVyê (Dermanrijandina Şevê) kir, ku yek ji awayên têkoşîna li dijî kêzikên firinde ye.
Ekîban danê êvarê, derdora tavê dest bi xebatên xwe yên ULVyê kirin û li navenda bajêr û navçeyan bi 50 cîhazên ULVê ve zend û bend şidandin.
Tevahiya salê li dijî vektoran têbikoşin
Yekîneyên dermankirinê yên ku di bin banê Midûriyeta Karên Tenduristiyê de dixebitin dê 12 mehan li seranserê bajêr têkoşîna xwe ya li dijî vektoran bidomînin.
