“Ajalên Sikakan perçeyek ji jiyana bajêr in”
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mirzakli, venêrtina li ser xebatên Navenda Ciyê Lêxwedîderketina Ajalan û Rehabilîtasyonê kir, ku tevî xebatkarên teknîkî 21 kes lê dixebitin, salê nêzîkî 5 hezar ajalên kûçeyan lê tên dermankirin, xesandin, derzî kirin û xizmeta lênîrana wan lê tê kirin, 300 kuçik û 70 pisîkî dihewîne û Mizrakli got, ji bo ajalên kûçeyanku perçeyek ji jiyana bajêr in pêwist e pîlansaziyek nû ji wan re bê çêkirin.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mirzakli, venêrîn li Navenda Ciyê Lêxwedîderketina Ajalan û Rehabilîtasyonêku li ser riya Elezîzê ye û girêdayî bi ser Serokatiya Daîreya Karûbarê Saxlemiyê ve kir. Mizrakli, li navenda ku tevî xebatkarên teknîkî 21 kes lê dixebitin, salê nêzîkî 5 hezar ajalên kûçeyan lê tên dermankirin, xesandin, derzî kirin û xizmeta lênîrana wan lê tê kirin, 300 kuçik û 70 pisîkî dihewîne, ji xebatkarên teknîkî di derbarê kar û xebatan de agahî werîgirtin. Mizrali, li beşê saziyê ku 300 kuçik û 70 pisîk lê dimînin û li beşê ji bo ajalên berasteng, ampûte, nexweş, têjikên bê dayîk û têjikên bi dayîk geriya, got ku xebatkar di mercên bi zehmetî de karê xwe birêve dibin. Mizrakli, ji bo keda wan spasiya xebatkaran kir, û destnîşan kir û got pêwist e Navenda Ciyê Lêxwedîderketina Ajalan û Rehabilîtasyonê destkarî lê bê kirin.
“Wê pîlansaziyek nû ji bo ajalên kuçeyan bê amadekirin”
Mizrakli, li beşên emeliyat û filîmkişandinê yê Navenda Ciyê Lêxwedîderketina Ajalan û Rehabilîtasyonêgeriya û di derbarê dermanên tên bikaranîn û stoka dermanan de agahî standin. Hate zanîn ku ev navend tevî navenda bajêr xizmetguzariya 17 navçeyan pêk tîne. Mizrakli, di derbarê prensîbê xebata ku ji bo pisîkan li hindek ciyan malikê pisîka çawa datînin hîn bû û got ku divê li navçeyan jî Navendên Ciyê Lêxwedîderketina Ajalan û Rehabilîtasyonê bên damezrandin. Mizrakli, bi taybet destnîşan kir ku ajalên kuçeyan perçeyek giring in ji jiyana bajêr û pêwist e di derbarê ajalên kuçeyan de pîlansaziyek nû bê amade kirin.
Vê geryana Mizrakli de ku Endamên Meclîsê beşdar bûn, dawî li Malika Pisîka ku di nav qadê de hatiye çêkirin geriya û di derbarê ajalên ku didin xwedîkirin û bi guhê wan ve guharê dirfê tê danîn agahî werîgirtin.
