Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Ava hin gundên Hezro tê çêkirin

Şaredariya Bajarê Mezin, li navçeya Hezroyê 12 km û 264 metre xeta ava vexwarinê û 5 km û 181 metre xeta peşkandina avê çêdike.

Gerînendetiya Giştî ya Avê û Kanalîzasyonê (DÎSKÎ), bi mebesta li navçeyan pirsgirêka avê çareser bike li herêmê xebateke meydanî meşand û li gorî pêdiviyan projeyên nû bi pêş xistin.

Ekîbên DÎSKÎ’yê di çarçoveya xebatê de li gundên Eyndar, Şimşim, Gomanê, Berbûş, Gozlê, Dadaş, Dadaşa Jêrîn ên bi ser navçeya Hezroyê ji bo çareserkirina pirsgirêka avê zend û bend şidandin.

Bi vê projeyê re 12 hezar û 264 metre xeta ava vexwarinê, 5 hezar û 181 metre xeta peşkandinê, 155 metre xeta îsile, 100 metre rêya servîsê, 4 depoyên binerd, 2 avahiyên vêkdanê, 2 motopomp, 550 metre çîta têl tê çêkirin.

Di çarçoveya xebatê de ekîban heta niha 9 km û 215 metre xeta ava vexwarinê û 3 km û 774 metre xeta peşkandinê hatin çêkirin.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’yê Firat Tutşî çû cihê xebatê û der barê wan de agahî ji rayedaran wergirtin. Tutşî, diyar kir ku ew lê dixebitin ku aveke paqij û bêkêmasî ya berdewam diherike ji bo gundan dabîn bikin û got ku DÎSKÎ dê projeyên xwe li navenda bajêr û navçeyan bidomîne.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan