Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Berî Cejnê Paqijkirina Goristanan

Berî Cejna Remezanê goristanên navenda bajêr ku hewlatî bi girseyî diçin serdanêji ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê ve dest bi paqijkirina wan hate kirin, ev xebat heman wext li Goristana Suryanên Qedîm(Ortodoks) berdewame.

Serokatiya Daîreya Park û Bexçeyan ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê, berdewamiyê didin xebata xwe ya paqijkirin û rêkûpêk kirina goristanan. Ekîbên ku karê xwe li goristanên Yenîköy, Şehîtlik, Deriyê Mêrdînê, Çiftehavûzlar û Alîpinarê temam kirin, xebatên xwe li Goristana Suryanîyên(Ortodoks) ya li navçeya Yenîşehîrê ya li Taxa Şehîtlikê ye berdewam dikin.

Karker giyayê li nav goristanan şîn bûyî didrûn, bi vê xebatê derûdora goran bi rêbkûpêk bû. Xebatkaran, giyayê dirûtî dane hev û bi traxtoran birin ser zibalê, li rêkên mezelan şitlên gula çandin. Xebatkarên Serokatiya Daîreya Karûbarê Saxlemiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê jî li hember teba û pêşiyan derman reşandin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan