Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Cihê boyaxçîyên li ber Mizgefta Nebî tê nûkirin

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo esnafên li ser Mizgefta Nebî goşkarî û boyaxçîtiya pêlavan dikin, bi awayê ku ji mizgeftê re nebe asteng lostrayeke nû datîne, yanî goşkargeheke nû çêdike.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo goşkar û boyaxçiyên pêlavan ên li ber Mizgefta Nebî ku ev qasî 60 salan e karê boyaxkirin û temîrkirina solan dikin projeyeke nû amade kir. Mebesta projeyê ew e hem cihekî baştir bo karê wan hebe hem jî kirêtiya dîmenê çênebe.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Fenî, di çarçoveya vê projeyê de dest bi çêkirina goşkargeheke nû kir ku di barîn û berfê de bandorê li wan neke.

Dê li her beşê navê esnafî hebe

Ekîb, ji bo rêya hatûçûna mizgeftê cihekî vediqetîne û li milê bakur têra 10 kesî, li milê başûr têra 11 kesî cih tê çêkirin, her cihê goşkariyê dê 1,30 û 1 metre be.

Ekîban ji bo cihê goşkariyê bê çêkirin skêlet danîn, dê li aliyê pişte an jî teniştên van beşan cam bên danîn da ku li ber avahiya dîrokî nebin asteng.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Fenî, piştî ku cihê lostra temam kir her beşa wê dê navê esnafî jî li ser tabelayekê bête dabînkirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan