Dezgeha Parzinandina Avê nahêle Bendava Dîjleyê gemar bibe
Şaredariya Bajarê Mezin, bi saya Dezgeha Parzinandina Avê ya Gêlê Bendava Dîjleyê ku serokaniya ava vexwarinê ye, diparêze da ku qirêjî nebe.
Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ), bi mebesta parastina Bendava Dîjleyê ku serokaniya ava vexwarinê ye Dezgeha Parzinandina Avê ya Gêlê damezrandiye û rojane 800 metrekup ava baravê ya navçeyê diparzine û deşarjê şîvika çêm a Gundê Ferşikan dike.
Bi vî awayî ava baravê dûrî Bendava Dîjleyê deşarjê şîvekê dibe û bi vî rengî serokaniya ava vexwarinê ya bajêr tê parastin.
Di karê parzinandinê de kîmya nayê bikaranîn
Dezgeha Parzinandina Avê ya Gêlê, ji 3 unîteyan pêk tê; unîteya fîzîkî, bîyolojî û mêtina heriyê ji avê. Ligel k udi dezgehê de taybetiya parzinandina biyolojî ya pêşketî tune ye jî dîsa azot fosforê jî dadiwerivîne.
