DÎSKÎ, di hawara lêmişta Arhavî de
Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ), li navçeya Arhavî ya Artînê ku lêmiştê lê dabû, xebatên maliştina coyan didomîne.
DÎSKÎ, piştî barîna zêde ji ber ku lehî rabû û karesat çêbû, 8 karmend tevî wesayitek û 1 kombîne vîdanjorê şandin hawarê û ekîb hê jî bi xebatên maliştina cu û cobaran berdewam e.
Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’yê Firat Tutşî, xebatên ekîban ên li Artvînê li cihê rûdanê seh kirin.
Tutşî, bi bîr xist ku karmendên wan bi dil û can li cihê rûdanê ne û beşdariyê di xebatên paqijkirina cobaran de didomînin.
