Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

DÎSKÎ’yê guhdariya muxtarên Bismilê kir

Midûrê Giştî yê Kargêriya Avê û Kanalîzasyona Diyarbekir (DÎSKÎ) Firat Tutşî, li Bismilê bi muxtaran re rûnişt û daxwaz û pirsgirêkên wan guhdarî kirin.

DÎSKÎ, ji bo li pirsgirêkên şêniyan li gundewar û navçeyan serwext bibe û daxwazên wan çareser bike bi muxtarên van navçeyan re hevdîtinan pêk tîne.

Daxwaz û pêşniyar rê didin ber xebatan

DÎSKÎ daxwaz û pêşniyazên muxtarên taxan dide ber çavan û di wê çarçoveyê de xebat û projeyên xwe bi pêş dixe.

Di civîna li Bismilê bi muxtaran re muxtaran daxwaz û kêmasiyên navçeyan xwe anîn ziman û der barê tax û gundên xwe agahî dan.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’yê Firat Tutşî, der barê xebatên DÎSKÎ’yê li gundan de agahî dan û behsa plan û projeyên hatine bipêşxistin, kir.

Tutşî, bi bîr xist ku ew gelekî bi dilsozî xebatên binesaziyê û avê dimeşînin û got ku ew hewl didin li gorî pêdiviya her navçeyê projeyan jî jê re dabîn bikin.

“Hinek baxçeyên xwe pê av didin hinek avê nabînin ku pê serçavên xwe bişon”

Tutşî aşkere kir ku ew ê der barê kesên xetên ava qaçaxî kêşane de kiryarên cezaî bisepînin û axaftina xwe weha domand:

“Em wek mesela heq û hiqûqê li mesela avê dinêrin. Nexwe wek sazî tu qezenca me ji avê nîn e. Bi dahata ji avê em projeyên bi qelîte ji bo avedaniya bajarê xwe bi pêş dixin.”

Tutşî bal kişand ser parastina ava vexwarinê û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî anî:

“Hinek bi ava vexwarinê baxçe û bîstanên xwe av didin hinek jî ewqas avê peyda nakin ku serçavên xwe pê bişon.”

Di civîna li Bismilê de li Tutşî, Qeymaqamê Bismilê Hamza Turkmen û giregirên sazî û dezgehên bajêr jî amade bûn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan