DÎSMEK perwerdeya xwe didomîne
Şaredariya Bajarê Mezin, di kursên pîşeyî de ku di 74 branşên cuda cuda de vekirine perwerdeya xwe berdewam e.
Kursên Perwerdeya Pîşeyî û Hunerî ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSMEK), ji bo her temen şêniyên Diyarbekirî kursên pîşeyî û pêşvebirina takekesî vekirine.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, bi mebesta geş û gurkirina kertê îstîhdamê li bajêr û ji bo gihandina xebatkarên şareza kursên pîşeyî vekirine. Ev kurs li fêrgehên Navenda Çandê û Kongreyan, Navendên Jiyanê yên Jinan û Arti 1 Cafeya li Park Ormanê têne lidarxistin.
Kurs di 74 branşên cuda cuda de têne lidarxistin, di kursan de mamoste û perwerdekarên pispor dixebitin û astengdar, jin û ji her temenî welatî bêpere ji van kursan sûdê werdigirin.
Serlêdana kursan berdewan e
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo serlêdan hêsantir bêne kirin û kurs bêhtir xuya bikin û pêvajoya serlêdanê bileztir bi encam bibe “Pergala Kargêriya Kursên DÎSMEK’ê” damezirand.
Şêniyên Diyarbekirê dê karibin hemû agahiyên der barê kursan de ji ser malpera www.dismek.org.tr hîn bibin û ji bo beşdarbûnê dikarin li ser vê malperê qeyda xwe çêkin.
