Enerjiya Diyarbekir bi EKAY’ê re geş dibe
Şaredariya Bajarê Mezin bi saya EKAY’a ku pirsgirêka 50 salên pêş a gend û gelaşê bajêr pê çareser kirî, di 94 rojan de 799,277 MW elektrîk jenand.
Walî Munîr Karaloglu ji roja hatiye ser kar û vir de ye ji bo çareserkirina pirsgirêkên giran ên bajêr bi projeyên xwe çareseriyan dibîne, lewra projeyên wî hêdî hêdî encamên xwe didin.
Qad di 66 rojan de hate birêkûpêkkirin
Şaerdariya Bajarê Mezin, bi serperiştiya Walî Karaloglu ve Qerejdaxa ku çavkaniya ava vexwarinê ya bajêr e, ji ber xemsariyê bi salan hate hedimandin û tu çare jê re nehatin dîtin, bi projeya EKAY’ê ji gemarê xilas kir û etaba projeyê ya yekê di 66 rojan de pêk anî.
Proje ji aliyê Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê ve hate amadekirin û bi modele çêke-kar tê ke-dewr bike hate bipêşxistin û di encamê de Qerejdaxa 700 kîlometir dûrî behrê û qaqlîbaz lê dijîn ji ava gemar, bêhna genî, dûxan û gemara ji ber gelaşan çêbûyî paqij kir û têkelbûna ava gemar a nav kanîyan hate rawestandin.
Her roj ceyrana 2 hezar û 776 xaniyan jê têt
Etaba yekê ya projeyê bi merasîmekê bi beşdariya Walî Karaloglu hate vekirin û di encamê de ji gaza metan elektrîk hate jenandinê, santral di 5’ê Hezîranê Roja Jîngehê ya Cîhanê de kete dewrê.
Santrala xwedî 2 motorên biogaz ên xudan şiyana 1,5 MW’î dest bi karê xwe kirî û di tebaxê de 2 motorên xudan şiyana 1,5 MW’î lê hatin zêdekirin û hêza wê bû 6 MW.
Ji meha tîrmehê ve ji santralê dest bi firotina ceyranê hate kirin û di 94 rojan de 799,277 MW eletrîk hate jenandin.
Aniha 5 motorên biogaz ên dezgehê çalak in, her roj elektrîka 2 hezar û 776 xanîyan pê tête pêşwazîkirin.
Heta dawiya salê dê hin motorên din ên gazê ji bo santralê bêne standin û şiyana wê dê bibe 14,5 MW’ê.
