Esnafên Kuçeya Hunerê: “Xweziya me hate cih”
Şaredariya Bajarê Mezin xebatên seresazî û binesaziya Kuçeya Hunerê bi encam kirin û rewşa wê ya dawiyê esnafên vê kuçeyê şad kir.
Esnaf û Komela Parastin û Xweşikkirina Kuçeya Hunerê ya Ofîsê, çaksaziya ser kuçeyê nirxand û kêfxweşiya xwe anîn ziman.
“Wek komele û esnaf divê em vê kuçeyê biparêzin”
Serokê Komela Parastin û Xweşikkirina Kuçeya Hunerê ya Ofîsê Umit Umdu, diyar kir ku ew gelekî kêfxweş in ku Şaredariya Bajarê Mezin Kuçeya Hunerê xistiye ber xizmetê.
Umdu, diyar kir ku dirûvê nû yê Kuçeya Hunerê ji 7 salî heta 70 salî li gorî pêdiviya her kesî hatiye dabînkirin û weha axivî:
“Heke berî 3 salan bihata gotin ku Kuçeya Hunerê dê bê nûkirin û ji aliyê Wezîr, Walî û parlamenteran ve ji nû ve bête vekirin kesî dê bawer nekira. Me bi beşdariya van giregir û birêzan xeyaleke xwe ya mezin anî cih. Kuçeya Hunerê ji aliyê Walî û Şaredariya Bajarê Mezin hate nûkirin, niha parastina wê wezîfeya me ye. Em ê xwedîtiyê li kuçeya xwe bikin. Wek komele û esnaf, di serî de birêz Walî em spasiya her kesî keda xwe di ber de heye dikin.”
