Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Gedên Diyarbekirî Cejna Serkeftinê pîroz kir

Şaredariya Bajarê Mezin, zarokên 4-6 salî yên di krêşên di bin banê wê de perwerde dibin, beşdarî pîrozbahiyê 30’ê Tebaxê Cejna Serkeftinê bûn.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, bi boneya 30’ê Tebaxê Cejna Serkeftinê ji bo zarokên 4-6 salî yên di krêşan de perwerde dibin, bernameya 30’ê Tebaxê Cejna Serkeftinê li dar xist.

Bername li Salona Pêşandanan a Gerînendetia Zarokan li Sumerparkê hate lidarxistin û bi rêzgirtin û xwendina Sirûda Îstiqlalê dest pê kir.

Perwerdekar Mesûd Erencî, der barê giringiya rojê de axaftinek kir û hebesta 30’ê Tebaxê xwend.

Piştre ji bo gedeyan anîmasyonek der barê 30’ê Tebaxê Cejna Serkeftinê de hate nîşandan. Bi hev re helbestek hate xwendin.

Di bernameya 30’ê Tebaxê de pêşandana Hacîvat û Karagoz hate nimayîşkirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan