Girê Çilezîzanê bi daristana Fetihê şîn dibe
Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya 1382yemîn salvegera fetihkirina bajarê Diyarbekirê dê Girê Çilezîzanê bi dehl û daran bixemilîne.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya Fetha Diyarbekirê xebatên “Daristana Bîrhatinê ya Fetha Diyarbekirê 1382” bi dawî kirin.
Dê 10 hezar û 918 dar bêne çandin
8 hezar welatiyan ji bo xebata ku Şaredariya Bajarê Mezin ji bo çêkirina “Daristana Bîrhatinê ya Fetha Diyarbekirê 1382” daye destpêkirin ya bi boneya salvegera fethê, ji bo çandina 10 hezar û 918 daran serlêdana xwe kirin.
Bi beşdariya Walî Munîr Karaloglu re, bi serperiştiya Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan 15’ê berfanbarê roja çarşembê dê li Girê Çilezîzanê şitl û ajarên daran bêne daçikandin.
Geliyê Dîjleyê bi Daristana Fethê dê gelekî hêşîntir xuya bike.
