Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

HAYTAPê serdana Mizrakli kir

Alîkarê Serokê Federasyona Mafên Ajalan (HAYTAP) Edîp Paçal ligel rêveberiya Amedê serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli kir û piştî destxweşiya bo xizmetguzariyê pirtûka ‘Bi 99 Pirsan Mafên Ajalan’ diyarî Mizrakli kir.

Alîkarê Serokê Federasyona Mafên Ajalan (HAYTAP) Edîp Paçal ligel nûnera Amedê Sevgî Ekmekçiler tevî rêveberiya bajêr serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli kir û destxweşiya bo xizmetguzariyêlê kir. Mizrakli jî kêfxweşiya xwe bi serdanê derbirî û spasiya mêvanan kir.

Paçal ser navê şandê axivî, behsa xebatên HAYTAPê ji Mizrakli re kir. Mizrakli jî bal kişand ser giringiya mafên ajalan û got ku li vî bajarî di vî warî de xebatên giring tên kirin. Piştî hevdîtinê Paçal pirtûka bi navê ‘Bi 99 Pirsan Mafên Ajalan’ ku ji aliyê HAYTAPê ve hatiye amadekirin, diyarî Mizrakli kir.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan