Îtfaîya Diyarbekirê di hawara Alanyayê de
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo vemirandina agirpêketina li daristanên Alanyaya Antalyayê xebatên piştgiriyê didomîne.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo destwerdana agirpêketina li daristanên herêma Akdenîz û Egeyê zend û bend badan, ekîb şandin cihê şewatê û bi şev û roj bêrawestan piştgiriyê li xebatên vemirandinê dike.
Îtfaiya Diyarbekirê jî bi talimata Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu beşdarî xebatên vemirandinê bû, serê pêşîn mudaxele li şewata daristanên li Osmaniyê kir. Piştî xebata vê derê qediya, ekîban berê xwe da şewata li daristanên Alanyaya Antalyayê.
Ekîbên îtfaiyê li taxa Guzelbax a Alanyayê ji bo agir nepeşke şûnwarên mirovan bi dil û can xebateke giran dimeşînin, xebata vemirandin û sarkirinê didome û avê diavêjin nav guriya agir.
