Îtfaîyeya Diyarbekir ji Alanyayê vegeriya
Ekîbên îtfaiya Diyarbekir ku ji bo desteka vemirina agirê bi daristanên Alanyaya Antalyayê ketî piştî agir hate vemirandin, ji bo vegere bajêr xwe da rê.
Îtfaiya Diyarbekirê li ser talimata Walî Munîr Karaloglu beşdarî xebatên vemirandinê bû, di serê pêşîn de dest di şewata li daristana Osmaniyê werda. Ekîbên ku xebata xwe ya li vir birin serî, paşê berê xwe dane Alanyaya Antalyayê.
Ekîb beşdarî xebatên sarkirin û vemirandina agirê li daristana gundê Guzelbaxê bûn, piştî agir bi temamî hate vemirandin wezîfeya xwe pêk anîn. Ekîbên ku wezîfeya xwe li vê navçeyê birin serî, berê xwe dan Diyarbekirê.
“Dest û dilê we di xweş bin”
Walî Karaloglu bi daxuyaniyekê destxweşiyê neferên îtfaiyê kir û got, “Lehengên me vedigerin Diyarbekirê. Ekîbên me bi dil û can mudaxele li şewata Alanyayê kir, bona vê ez spasiya wan dikim. Destê we, dilê we di xweş bin.”
