Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Ji bo zarokan “Festîvala Zebeşan”

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo zarokên 4-6 salî yên di krêşên di bin banê wê de perwerde dibin, “Festîvala Zebeşan” li dar xist.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo zebeşa Diyarbekirê bigihîne nifşên pêş û bide nasandin bernameyên cur bi cur li dar dixe.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, ji bo zebeşa Diyarbekirê ku bûye mijara gelek stran, çîrok, pirtûk û destanan bi zarokên di krêşên di bin banê wê de perwerde dibin bide naskirin “Festîvala Zebeşan” li dar xist.

Festîvala ku li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê birêveçû bi bandoyê dest pê kir.

Di festîvalê de zarokan demeke xweş borand û tê de pêşbirkên zebeşxwarin, zebeşgêrkirinê hatin lidarxistin û piştre bi beşdariya 20 keçikan pêşbirka delala zebeşan hate lidarxistin.

Serokê Daîreya Xizmetên Civakî Mehmet Hayrullah Akyildiz, di encama pêşbirkan de zarokên serkeftî bi diyariyên cur bi cur xelat kirin.

Festîvala ku zarokan demeke xweş tê de borand malbatan beşdariyeke germ lê kir û bi îkrama zebeşan bi dawî hat.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan