Ji kursa Şaredariyê ber bi zanîngehê ve
Ji 14 xwendekarên ji kursên Şaredariya Bajarê Mezin sûd wergirtî 12 ji wan ji bo beşên konservatuarê yên zanîngehên Tirkiyeyê ên cur bi cur bi ser ketin.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo zarok û ciwan bigihêjin mirad û daxwaza xwe ya di warê perwerdeyê de xebatên xwe didomîne.
Konservatuara Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xwendekarên ku dixwazin di beşên muzîkê yên zanîngehan de bixwînin kursên bêpere vekirine û ji 14 beşdarên vê kursê 12 ji wan bi ser ketin û ketin zanîngehan.
14 xwendekaran bi maweyê 3 mehan kurs dît û beşdarî ezmûnên zanîngehên cur bi cur ên der barê mijarê de bûn.
Di encama ezmûnan de 12 xwendekar bi ser ketin û mafê xwendina beşên muzîkê yên zanîngehên cur bi cur ên Tirkiyeyê bi dest xistin.
