Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Sosyal Hizmetler

Ji şaredariyan li dijî alûdetîyê seferberiya têkoşîna hevpar

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên 4 navçeyên navendî, di çarçoveya kampanyaya "Rabin" a ku li seranserê bajar li dijî alûdetî (madeyên hişbir) û wêranîya civakî hatibû destpêkirin, li Parka Koşuyoluyê bi muxtaran re hatin cem hev. Di civînê de bang hate kirin ku têkoşîna li dijî alûdetîyê ji taxan dest pê bike û bi beşdariya hemû beşên civakê re bê meşandin.

Di pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de, di çarçoveya kampanyaya "Rabin" a ku ji aliyê Platforma Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbir a Şiyar Be ve bi dirûşma "Ji bo jiyaneke azad a li dijî alûdetîyê rabin" li seranserê bajar li dijî alûdetî, fihûş û wêranîya civakî hatibû destpêkirin, hevdîtina muxtaran li Parka Koşuyoluyê hate kirin. Di bernameya ku bi mijara "Em hişyarî û têkoşîna li dijî alûdetîyê mezin dikin" hate organîzekirin de, şaredariyên Kayapinar, Baglar, Yenişehir, Sûr, Bismil, Pasûr, Henê, Pîran, Licê, Erxenî, Karaz, Farqîn û Çinarê jî piştgirî dan.

Di civînê de Hevberdevkên Meclisa DBB’ê Ayhan Karatekin û Demet Ceylan, hevserokên şaredariyên navçeyên navendî, endamên meclisê, Alîkarên Sekreterê Giştî yên DBB’ê Muhabbet Erdogmuş û Zerîn Turk, serokên daîreyan, hevserokên bajar ên DEM Partî û DBP'ê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, muxtarên taxan û gelek welatî beşdar bûn.

‘Wekî şaredarî em çi ji destê me bêt dikin’

Hevseroka Şaredariya Baglarê Leyla Ayaz ku di civînê de axivî, diyar kir ku pirsgirêka alûdetîyê tenê bi hewldana şaredarî, muxtar an jî sendîkayan nayê çareserkirin û got ku divê hemû beşên civakê bifikirin ku di qada xwe de dikarin çawa tevkariyê bidin vê têkoşînê. Ayaz bal kişand ser wê yekê ku wê ji xebatên heta roja îro zêdetir bixin meriyetê û hewl bidin ku bikaranîna madeyan daxînin asta herî kêm û wiha axivî: "Wekî şaredariyên Amedê, me hemûyan 2 meh berê di meclisên xwe de biryara vekirina Navenda Têkoşîna li Dijî Madeyan û biryara têkoşînê girt. Niha me bi lez yekîneyên xwe ava kirin û hemû şaredariyên me ji bo têkoşîna li dijî bikaranîna madeyan dest bi lêgerîna cihan kirin. Piştî veqetandina cih, em ê ji piştgiriya derûnî heta ya civakî û hiqûqî piştgiriya xwe bidin û van xebatan bidomînin. Her şaredariya me bi derfetên xwe avahiyên vala yên hilweşiyayî ku dikare hilweşîne hildiweşîne, li cihên ku nikare jî bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin van xebatan dimeşîne. Bi taybetî em bikaribin ji bo ciwanên ku hêj neketine nav torên bikaranîna madeyan hişyariyekê çêbikin û tedbîrên parastinê bigirin, ev ji bo me serkeftineke pir mezin e. Ji ber wê jî roşankirina parkan, hilweşandina avahiyên vala, ronîkirina kolanên tarî û ewlekarîkirina van cihan de em wekî şaredarî çi ji destê me bêt dikin."

‘Em ê bi hev re bimeşînin’

Hevberdevkê Platforma Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbir a Şiyar Be Murat Kan jî diyar kir ku platform ji komeke aktivîst pêk tê ku têkoşîna li dijî alûdetîa madeyan wekî parastina civakî digire dest. Kan got: "Me îradeyek derxist holê. Em ê vê îradeyê ji niha û pê ve bi hev re bimeşînin, bi hev re bi ser bikevin û bi derxistina îradeyeke civakî ya ji bo rizgarkirina ciwan û zarokên xwe ji vê belayê, têkoşîna xwe bidomînin."

‘Em di hewldana çêkirina hişyariyê de ne’

Di bernameyê de Pisporê Xizmeta Civakî Lokman Amaç ê li Navenda Şêwirmendî û Perwerdehiya Alûdetîya Madeyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dixebite jî derbarê xebatên ku têne meşandin de agahî da muxtaran.

Amaç bal kişand ser ku gelek zarok, ciwan û kesên ku hêj bi tu madeyî re rûbirû nebûne hene û diyar kir ku çêkirina hişyariyê ya li dijî alûdetîya madeyan ji bo her kesî girîngiyeke mezin hildigire. Amaç anî ziman ku li bin banê Şaredariya Bajarê Mezin, li ser Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî xebatên parastin û pêşîgirtinê dimeşînin û wiha axivî: "Di xebatên ku em li vir dimeşînin de, em perwerdehiyê didin dê û bavan, mezinan û profesyonelan. Bi perwerdehiyên ku em didin, em di hewldana çêkirina hişyariyê de ne. Em tespîtê çiqas lez bikin û rast araste bikin, em ê kesekî ku pirsgirêkê dijî ewqas zû bigihîjînin çareseriyê. Ji bo çêkirina wê hişyariyê ku destwerdana dereng maseyê zehf giran dike, em perwerdehiyên xwe didomînin. Di rewşa hewcedariya bi vê rêyê de li taxan, ji bo hişyarkirina malbatan em her dem dixwazin bi hevkariyê re tevger bikin."

‘Em ê bi ti awayî tavîzê nedin’

Hevseroka Şaredariya Sûrê Fatma Gulan Onkol jî diyar kir ku ewlekarî û bijînîkirina mal, kolan û taxan; ji bo jin, zarok û ciwan di nav civakê de jiyaneke tendurist bidomînin, têkoşîna li dijî alûdetîyê yek ji rojevên herî girîng e.

Onkol teqez kir ku ew ê wekî civak di xala têkoşîna li dijî vê pirsgirêkê de bi ti awayî tawîzê nedin û bal kişand ser girîngiya meşandina têkoşîna li dijî alûdetîyê bi beşdariya hemû beşên civakê.

‘Ev park yên gel in’

Aktivîsta TJA'yê Ayla Akat Ata jî bal kişand ser girîngiya hilbijartina Parka Koşuyoluyê wekî cihê civînê û teqez kir ku qadên giştî yên gel in. Ata wiha axivî: "Koşuyolu jî di nav de hemû park yên gel in. Ev park ne yên firoşkarên tîryakê ne. Ev park ne mekanên ku fuhûş lê bê kirin e. Ger em nûnerên gel bin, ji bo em tiştê gel radestî gel bikin divê em hemû bi hev re bixebitin. Hêzên tayînkirî û hilbijartî ji bo vê standardê dixebitin û hewl didin, divê em jî bi malbat û kesan re bixebitin."

Muxtaran daxwazên xwe anîn ziman

Muxtarên taxan ên ku di bernameyê de axivîn jî, pirsgirêkên ku li herêmên xwe rastî wan hatine û daxwazên çareseriyê anîn ziman.

Bi taybetî muxtaran diyar kirin ku avahiyên vala yên li taxan ji aliyê kesên madeyên hişbir bi kar tînin ve têne bikaranîn û park û kolanên ku têrê nakin hatine roşankirin rîska ewlekarî çêdikin; loma daxwaz kirin ku ev qad bi lez ewle bibin.

Muxtaran teqez kirin ku divê bi rêveberiyên herêmî û nûnerên platformê re hevkariyeke bihêztir bê çêkirin û daxwaz kirin ku tedbîrên parastin û pêşîgirtinê yên li ser asta taxan bêne zêdekirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan