Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Ji sedî 90’ê Dezgehê Sporê yê Gêlê amade ye

Şaredariya Bajarê Mezin, dezgehê sporê yê Gêlê ku ji heft heta 70 salî şêniyên Gêlê dê jê sûdê werbigirin, jis edî 90’ê wê temam kir.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ciwan dema xwe ya vala bi awayekî sûdmend bi kar bînin û di warê fîzîkî de xwe bi pêş bixin li navçeyan dezgehên sporê çêdike û xebatên çêkirinê berdewam dikin.

Di çarçoveya girêbesta di navbera Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu û Serokatiya Toto Sporê de hatiye îmzekirin, li navçeya Gêlê dezgeheke sporê tê avakirin û xebat gihîştin ber qedandinê.

Dezgehê Sporê yê Gêlê li ser qadeke 10 hezar metrekare tê avakirin û tê de hali saha ya bi çîmê sentetik bi qewarên 98x68, trîbûna 544 kesî digire, jûrên xwe şelandinê, wc û kafeterya hene.

Ji sedî 90’ê xebatê bi encam bûye

Li vî dezgehî klûbên sporê yên amator û şêniyên navçeyê dê karibin sporê bikin û xebatên çêkirinê ji sedî 90 gihîştine encamê.

Ekîbên ku çîm li sehayê danîn û montajkirina trîbûnan pêk anîn, xebatên xwe yên ser dezgehî didomînin.

Şaredariya Bajarê Mezin, armanc dike demeke kin Dezgehê Sporê yê Gêlê amade bike û bixe ber xizmeta welatiyan ji 7 heta 70 salî.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan