Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Ji sedî 95’ê projeya li Bismilê amade ye

Şaredariya Bajarê Mezin, ji sedî 95’ê lêkirina projeya Kolektora Ava Gemar û Dezgehê Parzinandina Avê ya Bismilê bi encam bû.

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê (DÎSKÎ) ji bo çareserkirina pirsgirêka hedimandina Çemê Dîjleyê ya ji ber ava geram li Bismilê dezgeha parzinandina avê damezirandiye û xebatê çêkirina vî dezgehî berdewam in.

DÎSKÎ’ya ku projeyên jîngehdost pêk tîne, di çarçoveya IPA 2’yê de li Bismilê Kolektora Ava Gemar û Dezgehê Parzinandina Avê çêdike û lêkirina ji sedî 95’ê vê projeyê bi encam kir.

Xebatên ku bi destê ekîbên pispor ve tê meşandin, piştî ku aliyê wê yê lêkirina avahiyê bi encam bû dê aliyên mekanik û elektronîk bêne dabînkirin.

“Dê Çemê Dîjleyê paqij bibe”

Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’yê Firat Tutşî, diyar kir ku dezgehê parzinandina avê ji bo bajêr projeyeke gelekî sûdmend e.

Tutşî, diyar kir ku hindî diçe giringiya avên kaniyan zêdetir dibin, bi vê projeya li Bismilê ew avê digirin bin parastinê bo nifşên pêşerojê.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan