Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Kampanyaya dabeşkirina deynê avê

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo razîkirina deynên avê kampanyaya dabeşkirina deynan dabû destpêkirin û ev kampanya 31’ê tebaxê bi dawî dibe.

Piştî ku di Qanûna Dabeşkirina Hinek Deynan di Rojnameya Resmî de hate weşandin, DÎSKÎ’yê jî zend û benden xwe badan û ji bo aboneyên ku deynê wan ketiye ser hev, kampanyaya di razîkirina deynan de hêsankarî da destpêkirin.

Wezinên seyar hatin danîn

DÎSKÎ, ji bo welatiyên ku dixwazin bi rehetî deynê xwe dabeş bikin niqteyên deyndanê zêde kirin û bêhtir karmend li wan niqteyan wezîfedar kirin.

Karmendên DÎSKÎ’yê ji bo zêde dora deyndaran rêzên dirêj çênebin û bikaribin deynê xwe bi rêkûpêk bidin, li wan wezinên seyar bi amûrên tahsîlkirina deynan hê jî xizmetê dide.

Welatî, ji bo serlêdana dabeşkirina deynê xwe dikarin ser ALO 185 û malpeta DÎSKÎ’yê jî karê xwe bi encam bidin.

34 milyon û 394 hezar û 557 lîre deyn hate dabeşkirin

Ji roja kampanyayê dest pê kirî heta niha 34 milyon û 394 hezar û 557 lîre hate dabeşkirin û 17 milyon û 521 hezar lîre deyn hate tehsîlkirin, 16 miyon û 873 hezar lîre jî bo teqsîdên meh bi meh hate dabeşkirin.

108 milyon lîre deynê avê ser aboneyan maye

Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’yê Firat Tutşî der barê dabeşkirina deynan a berfanbara sala par hatiye destpêkirin, weha got:

“Ji kampanyaya berî vê 22 hezar û 107 aboneyan sûd wergirt û me 14 milyon û 458 lîre deynê xwe wergirt. Hê jî teqsîdên hinek aboneyan dewam dike. Yanî ji vê kampanyayê 140 hezar û 460 abone dê sûdê werbigirin. Hemû beşên DÎSKÎyê amade ne ku 108 milyon lîre deynê avê bi awayekî dabeşkirî ji aboneyan bistînin.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan