Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Kanalîzasyona Çelîkevlerê hate duristkirin

Şaredariya Bajarê Mezin, xeta kanalîzasyonê ya Çelîkevlera bi ser Yenîşehrê temam kir û pirsgirêka wê ya binesazîyê ku bi salan e dewam dike, çareser kir.

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ), ji bo çareserkirina pirsgirêkên binesaziyê li seranserê bajêr xebatên xwe didomîne.

Li gundê Çelikevlera bi ser Yenîşehrê ji 120 avahiyan pêk tê, bi salan e pirsgirêka binesaziyê tê de heye, DÎSKÎ’yê bi danîna xeta 13 hezar û 834 metre ya kanalîzasyonê kêşe çareser kir.

Ji bo darêtina arava gund jî Dezgehên Parzinandina Aravê ya Biyolojîk ku 5 hezar û 892 metir dirêjiya wê heye, dabîn kir.

Li gundî xebatên çêkirina fossetîkeka 500 kesî, xeta avê ya 4 hezar û 933 û girêdana aboneyan berdewam dike.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’yê Firat Tutşî, çû cihê xebatê û der barê xebatan de agahî ji rayedaran wergirtin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan