Karaloglu: “Em dixwazin hêşînahiya Hewsel û Fîsqeyayê bigihînin hev”
Walî Munîr Karaloglu, beşdarî merasîma ji bo xebatên veguherandina bajarvanîyê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin û Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Suriştî ve hatiye destpêkirin, bû
Walî Karaloglu:
“Mebesta me ew e ku em hêşahiya Hevsel û şînahiya Fîsqeyayê bigihînin hev. Em dixwazin van deran ji bo xelkê Diyarbekirê bikin seyrangeheke ku karibin lê vehesin û bêhna xwe vedin.”
Li bajarê Diyarbekirê, semta Fîsqeya ku li devera Baxçeyên Hewselê dimîne û di nav Lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCOyê de cî digire xebatên Projeya Veguherandina Bajarvaniyê dest pê kirin.
Walî Munîr Karaloglu, xebatên li devera Projeya Veguherandina Bajarvaniyê a Fîsqeyayê destpêkirî, seh kirin.
Walî Karaloglu di axaftina xwe de bi bîr xist ku xebat hatine destpêkirin da ku deverên kevinbûyî yên Diyarbekirê bêne nûkirin, li van deveran xebatên bajarguherînê bêne meşandin û bi vê boneyê sala 2017’ê biryarnameyek hate weşandin û li gorî wê herêma Fîsqeya wek herêma xeternak hate îlankirin.
Karaloglu, di dewama axaftina xwe de bal kişand ser giringiya xebatên xeguherandian bajarvaniyê û got ku ew dixwazin devera Fîsqeya hêşîn bibe û hêşînahiya vê derê û Baxçeyên Hewselê bigihêje hev.
