Karaloglu, rêya Bismil û Farqînê digihîne hev dixe ber xizmetê
Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, 30 kîlometir rêya gundên Bismilê ku hate çêkirin û amade ye, dê bi
Şaerdariya Bajarê Mezin, sezona asfaltê ya 2021’ê bi mebesta dabînkirina 1200 kîlometir rê û rêbaran vekiribû û xebatên darêtina asfaltê li rê û rêbaran berdewam e.
Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, ji bo gundan bi navçeyan, navçeyan bi navenda bajêr ve girê bide xebata xwe li ser xweşkirina rêyanh didomîne û bi vê mebestê li Bismilê rêyeke 30 kîlometreyî qedand û bo xizmetê amade kir.
Ekîbên çêkirina rêyan, berî dagirtina rêyan bi rûkalê qîrê, derz, kort, binaxe, hîm, astar û 13 menfez çêkirin û paşê jî piştî xebata binesaziyê tekûz bû, ji bo welatî bi rehetî karibin hatûçûna xwe bikin, firehîya rêyan derxist 7 metreyan.
Merasîma vekirina vê rê ku hatûçûna 3 hezar û 114 kesî li ser e û ev rê Bismil û Farqînê digihîne hev, 23’ê îlonê roja pêncşemê bi beşdariya Walî Karaloglu tê lidarxistin.
