Keleha Zerzevanê ji bo “Bernameya 2021 Çavdêriya Esmanî ya Navneteweyî” amade ye
Şaredariya Bajarê Mezin, amadekariyên xwe ji bo “Bernameya 2021 Çavdêriya Ezmanî ya Navneteweyî” ku îsal di navbera 2-4’ê îlonê de li Keleha Zerzevanê tê lidarxistin, qedandin.
“Bernameya 2021 Çavdêriya Ezmanî ya Navneteweyî” dê li Keleha Zerzevanê ku 3 hezar sal raboriya wê heye û di Lîsteya Domborî ya Mîrateyên Cîhanî ya UNESCO’yê de ye, di navbera 2-4’ê îlonê de tê lidarxistin û bername ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve tê lidarxistin, Şaredariyê xebatên binesazî û rêya cihê bernemayê bi encam kirin.
Çavdêrgeha Neteweyî ya Tirkiyeyê (TUG) ev 22 sal in vê bernameyê li Saklikenta Antalyayê li dar dixe, ji bo îsal li Keleha Zerzevanê bête lidarxistin zend û bend şidandin û şaredariyê ji bo pêşwazîkirina mêvanên ji hundir û derveyî welat li ser qadeke 8 ehzar û 600 metrekare xebata rêkûpêkkirinê meşand.
Qad ji bo mêvanan hate firehkirin
Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, danga Keleha Zerzevanê ku Tirkiyeyê ji 10 deveran yek ji devera herî guncaw e ji bo temaşekirina helsûkeftên esmanî, bi 6 hezar û 250 metrekup kereseyê dagirt û ji bo temaşeyê kir devereke guncaw.
Li hundir û derveyî welat 15000 xemxwerên esmannasiyê dê bi vê boneyê bêne cem hev, lewra ekîban cih ji bo vedana kon û stantan fireh kir û 4 hezar ton kerese lê danî.
Bankên rûniştinê û gilêşdank li cihên diyarkirî hatin danîn
Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, di çarçoveya xebatên hawirçakiya derdora Keleha Zerzevanê de li deverên destnîşankirî bo rûniştinê bank û ji bo gend û gilêşan jî çopdank bi cih kirin.
Ekîban, gil û giyayê pûş ê derdora Keleha Zerzevanê jî paqij kir, giya çinî û hawir ji bo bernameya esmannasiyê amade kir.
