Kuçeya Hunerê ya nûkirî bo xizmetê tê vekirin
Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, dê vekirina Kuçeya Hunerê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hate nûkirin, pêk bîne.
Şaredariya Bajarê Mezin, Kuçeya Hunerê ku li navçeya Yenîşehrê ye û yek ji sembolên sereke yên bajêr e, ji bo welatî tevî malbata xwe karibin lê bigerin û bernameyê çandî lê bêne lidarxistin, ji nû ve dabîn kir.
Dihate payîn ku bernameya vekirina vê kuçeyê di 31’ê tîrmehê de bi rê ve biçûya lê ji ber ku lig elek deverên agir bi daristanan ket û lehî û lêmişt rabûn bername ji bo 3’ê Îlonê hate bipaşxistin.
Bername dê bi axaftina walî Munîr Karaloglu dest pê bike û bernameya di navbera saet 15.00 û 23.00’ê de dê gelek helkeftên çandî bi serperiştiya Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî ve birêve biçin.
Naveroka bernameyê weha ye: Saet 15.00’ê pêşangeha wêneyan “Ji Duh Heta Îro Diyarbekir”, pê re performansa bandoyê û bi gerandina govendê heye.
Di bernameyê de stranên Tirkî, Kurdî û Kirdkî têne gotin û bername bi konsêra stranbêj Zahît Altintaş bi dawî dibe.
Tê çaverêkirin ku Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî li Kuçeya Hunerê gelek bernameyên çandî û hunerî li dar bixe.
