Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li Keleha Zerzevanê ‘Bernameya Çavdêriya Ezman a Navneteweyî’ tê lidarxistin

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo “Bernameya Çavdêriya Ezman a Navneteweyî” ku îsal dê li Keleha Zerzevanê bi beşdariyeke navneteweyî bête lidarxistin, amadekariyan didomîne.

Ev 22 sal in ji aliyê Çavdêrxaneya Neteweyî ya Tirkiyeyê (TUG) li Saklikenta Antanlyayê Bernameya Çavdêriya Ezman a Navneteweyî tê lidarxistin, Şaredariya Bajarê Mezin, îsal ji bo ev bername li Keleha Zerzevanê bête lidarxistin, zend û bend şidandin. Di bernameyê de çalakiyên der barê zanista ezman tên birêvebirin.

Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, li ser 8 hezar û 600 metrekare ya Keleha Zerzevanê xebata binesaziyê meşand. Keleha Zerzevanê ji bo Lîsteya Mîrateyên Parastinê yên Cîhanê ya UNESCO’yê wek berendam hatiye destnîşankirin. Ev dever li seranserê Tirkiyeyê ji 10 xalên giring bo çavdêriya ezmanî yek ji wan xalan e.

Şaredariyê ji bo mêvanan gastîn/meydanek amade kir

“Bernameya Çavdêriya Ezman a Navneteweyî” di navbera 2-4’ê Îlona 2021’ê de li Keleha Zerzevanê tê lidarxistin, ji bo bernameyê ji hundirê welat û derve dê mêvan bên. Ji bo mêvanan li ser aqarekî 8 hezar û 600 metrekare cih tê amadekirin da ku mêvan karibin konên xwe lê vedin.

Tê çaverêkirin ji her dera Tirkiyeyê û derveyî welat ligel astronomên pispor û nepispor nêzî 1000 hezkerên ezmangeriyê bên beşdarî vê bernameyê bibin.

Di bernameyê de semîner, pêşbirk û atolye der barê ezmannasiyê de tên lidarxistin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan