Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li Pîranê kêşeya avê tê çareserkirin

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo pirsgirêka avê ya navçeya Pîranê çareser bike dest bi xebatên projesaziyê kir.

Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎ’yê bi daxwaza Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu li navenda bajêr û navçeyan xebatên xwe geş û gur kirin û pirsgirêka avê ya gundan yeko yeko çareser dike.

DÎSKÎ, li navçeya Pîranê ligel ku ava wê têra navçeyê dike ji ber şênî wê avê di karûbarên avdanê de bi kar tînin û wê îsraf dikin, kêşeya avê çêbûye, projeyeke amade kir ku pê pirsgirêka avê ya salan bête çareserkirin.

DÎSKÎ, li gorî vê projeyê dê avê ji kaniya Bendava Keybanûyê bikêşe û pirsgirêka avê ya 25 salên pêş a Pîranê ji binî ev çareser bike.

Proje 3,5 milyon digire

Proje gişk 3,5 milyon lîre digire û heke di projeyê de guncan be dê nêzî 5 hezar û 288 metre xeta peşkinînê bêt çêkirin.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’yê Firat Tutşî û Şaredarê Pîranê Felat Aygoren serdana cihê projeyê kir û çavdêrî kirin.

Tutşî diyar kir ku ji bo projeya wan bi serkeftî be xebatên wan berdewam dikin û weha axivî:

“Piştî ku destûrên pêwist hatin wergirtin; dê xebatên çêkirina şebeke û binesaziyê bêne destpêkirin û bi vî awayî em ê aveke paqij û bênavber bînin navçeya Pîranê.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan