Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li Xelatê eleqa zêde bo konê Şaredariyê

Konê Şaredariya Bajarê Mezin yê li Xelata Bedlîsê bi boneya salvegera 950’ê ya Serkeftian Melezgirtê de hatiye vedan ji mêvanan eleqeyeke germ dibîne.

Bernameya Serkeftina Melezgirtê ya sala 950’ê ku bi serperiştiya Serokomar tê lidarxistin, li devera Çarxo ya Xelatê li ser qadeke 450 hezar metrekare “Zoma Xelatê ya 1071 Sultan Alpaslan” hate vedan, dewam dike.

Ji gelek bajar û welatan kes beşdarî vê bernameyê bûne û Konê Diyarbekirê bi xemlên rengîn hatiye xemilandin pir tê ecibandin.

Karmendên Şaredariya Bajarê Mezin, der barê dîroka bajêr de agahiyan didin mêvanan û qedayifa Diyarbekirê ji mêvanan re pêşkêş dikin.

Di serdanê de materyal û tiştên ku çand û dîroka Diyarbekir li ser hatiye nivîsîn diyarî mêvanan tê kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan