Lîstika "Kumandan" derket pêşberî şanohezan
Lîstika “Kumandan/Medine Müdafi-i Fahrettin Paşa” ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hate amadekirin derket pêşberî şanohezan.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, di çarçoveya Sezona Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran de xebatên çand û hunerî bêpere pêşkêşî hunerhezan dike.
Lîstika “Kumandan” ku ji aliyê Yusuf Akçay ve hate nivîsîn û bi derhêriya Kenan Korkmaz li Navenda Çand û Kongreyan a Şaredariya Bajarê Mezin hate pêşandan.
Şano ji aliyê welatiyan ve bi eleqeyeke germ hate pêşwazîkirin.
Serkan Akan li şanoyê temaşe kir, bal kişank ku ew gelekî ji lîstikê kêfxweş bûye.
Akan, weha axivî:
“Em pê xweş in ku li Diyarbekirê bernameyên çand û hunerê têne pêşkêşkirin. Em tevî malbata xwe hatin pêş şanoyê. Em dema xwe ya val bi helkeftên weha bi awayekî erênî pêşwazî dikin. Em hêvîdar in ku bernameyên weha tim hebin.”
Ev şano neynikê dide ser dîrokê
Rojîn Aslan diyar kir ku wê dema şano temaşe kiriye gelekî hestyar bûye.
Aslan weha got, “Berhemeke serkeftî bû. Gava me temaşe kir, em ketin nav rûpelên dîrokê, tubê qey di nav demê re paşve çûn. Me dîroka pêşiya xwe pê zanî.”
Zeynep Ozpolat jî got ku ev şano gelekî mifayê xwe li mirov heye.
Ozpolat diyar kir ku dema wê temaşe kiriye gelek kêf jê girtiye û got, “Nava hefteyê ez piranî ser dersên xwe dixebitim. Dawiya hefteyê bi bernameyên weha moral û motîvasyona me zêde dibe.”
Mijara Lîstikê
Di lîstikê de, behsa Fahrettin Paşa tê kirin ku bi parastina bajarê Medîneyê wezîfedar e lê piştî Peymana Mondrosê tê îmzekirin wî gazî Stenbolê dikin, ligel vê Paşa 72 rojan dijî dijminan li ber xwe dide û hezkirina wî ya bo pêxember tê vegotin.
