Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Mîhrîcana Zebeşên Diyarbekirê 22’ê Îlonê ye

Dîroka 22’ê Îlonê 11emîn Mîhrîcana Zebeşan a Diyarbekirê, bi bernameyên cur bi cur ên rengînî dê li Meydana Deriyê Çiyê bête lidarxistin.

Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên xwe yên ji bo nasandina dîrok û nirxên çandî yên bajêr bi hemû germ û guriya xwe didiomîne.

Bi hevkariya Parêzgerî û Şaredariya Bajarê Mezin, bo cara 11’ê Mîhrîcana Zebeşan tê lidarxistin, ji bo welatî karibin bi rehetî beşdarî mîhrîcanê bibin, bernameyên mîhrîcanê dê li Meydana Deriyê Çiyê bi rê ve biçin.

Pêşbirka zebeş xwarinê

Bername, saet 15.30’ê bi meşa ji Cadeya Ekînciler berev meydana Deriyê Çiyê ve dest pê dike.

Piştî axaftina destpêkirina mîhrîcanê xwendekarên lîseyê dê di nava xwe de pêşbirka zeberxwarinê li dar bixin, zarokên 5 heta 7 salî dê pêşbirka zebeş gêrkirinê pêk bînin û mebest ew e ku bi van helkeftan ciwan û zarok demeke xweş derbas bikin.

Xelata xebeşa herî giran 10 hezar lîre ye

Zebeşa Herî Giran a Diyarbekirê dê li pêş jûriyê bê kişandin û hilbijartin.

Şaredariya Bajarê Mezin, ew cotyarê ku zebeşa herî giran gihandiye bi 10 hezar, yê duyem bi 7 hezar û 500 û yê sêyem jî bi 5 hezar lîre xelat bike. Her weha Jûra Pîşesazî û Bazirganî ya Diyarbekirê jî serkeftiyên pêşbirka zebeşan dê bi zêran xelat bike.

Delaliyê nava zebeşê tê hilbijartin

Di mîhrîcanê de, ji bo delaliyê nava zebeşê bête hilbijartin dê fotoyên zarokên ketî zikê zebeşê bên kişandin û serkeftî dê bêne xelatkirin.

Di mîhrîcanê de ji bo hemû beşên pêşbirkê kesên serkeftî dê bi hin xelatan bêne xelatkirin.

Mîhrîcan bi konseran bi dawî tê

Mîhrîcana zebeşan saet 19.30’ê bi konsera Ali Aktaş, Leyla Aslan û Îbrahîm Candan dewam bike. Pişt re jî saet di 20.30’ê de stranbêj Îlyas Yalçintaş dê derkeve pêş beşdaran û konsera dawî ya mîhrîcanê bigerîne.

Her weha di çarçoveya mîhrîcanê de saet 19.30’ê li Hîpodroma Diyarbekirê bazdana zebeşan tê lidarxistin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan