Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Mizrakli beşdarî daxwiyaniya çapemeniyê ya ji bo Boylû bû

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mirzakli, beşdarî daxwiyaniya çapemeniyê ya li ber Adilyê ji bo parêzera Baroya Amedê Muzeyyen Boylû bû ku di dawiya heftiya borî de ji aliyê hevjînê xwe ve hatibû kuştin.

Baroya Amedê ji bo Av. Muzeyyen Boylû ku ji aliyê hevjînê xwe ve hatibû kuştin daxwiyaniya çapemeniyê da. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mirzakli, Serokê Baroyê Cîhan Aydin, Serokê Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Amedê Mehmet Kaya, Serokê Odeya Tabîbên Amedê Şerîf Demîr, nûnerên Sazî û Dezgehên Sivîl û gelek parêzer beşdarî daxwiyaniya çapemeniyê ya li ber adilyê bûn. Kesên beşdarî daxwiyaniyê bûn, ji bo balê bikşînin ser kuştina jinan wêneyê Boylû bi singa xwe ve danîn û afîşên wekî “Kuştina Jinan Polîtîk e”, Tahrîka Neheq ji bo Dîtina Xwe Başkirinê Kêm Sizayî Naxwazin” Em Îtiat Nakin” Tundiya li Ser Jinê Li Her Derî ye” Em Ne Di Şînê De Di Îsyanê De Ne” û “Emê Rê Li Ber Kuştina Jinan Bigrin” hilgirtin.

Bi navê komê endama Desteya Rêveberiya Baroya Amedê û Navenda Mafê Jinan Habîbe Danişman Değer da xwiya kirin ku ev 1.5 bû Av. Muzeyyen Boylû doza devjihev berdanê berdewam bû ku ji aliyê Mesût Issi ve, li kolanê bi guleyan bi hovane hate kuştin.Di heman rojê de du jinên dî yên bi navê Gîzem Tabak û Nergis Yavaş bûne qurbaniyên tundiya mêran. Di berdewamiya daxwiyaniyê de Değer got, “Ji ber ku dozên devjihev berdanê hewqas dirêj didomin, jin bi her hal û mercî aîdê hinekê tên hesibandin, tundî û kuştina jinê wekî maf tê dîtin, em destnîşan dikin ku ev rewşa civakî ya di vê demê de xwe sepandî ya yaseyî, rêveberî û dadgêrî sebebên kuştina jina bixwe ne. Hişmendiya mêranî ku di her aliyên jiyanê de serdeste mafê jinan yê jiyanê nas nake. Vê hişmendiya mêranî û pê re tundiya mêran di rojekê de 3 jin dane kuştin. Tundiya li hember jinê û kuştina jinan mixabin bûye rojeva Tirkiyê ya rojane. Ya rastir ev kuştinên bûne rojane wa lê hatiye ku em hîn bûne, em hînkirine. Rêberên civakê, serdarên polîtîka û bawermendiyê û ya herî giring jî zimanê medyayê vê tund û tujiyê zêdetir gûr dike. Bi şîroveyek gişt ku mirov bêje ev aktor, di heman wextî de vê tundîyê li jinan didin kirin.”

Değer bal kişand ser û got, têgeha tundî û nefreta li her aliyê jiyanê, berbiçûna cinsiyetî ya sazûmaniya perwerdê destpê kiriye; pê re jî bi berfirehî berdewam dike. “Gotinên jina malê, cudakarî û kêmdîtina jinên dixebite; li xwekirin jinê û rêbazê jiyana jinê bi tundî û nefretê xwestin bi rewayî bidin meşandin; bi vê yekê xwestin jin ji jiyana aborî, civakî û siyasî bê dûrxistin; jina îtiraza vê yekê dike tundî lê tê kirin û tê kuştin.

Kuştina hevpîşeya me ya bi destê kesê bijîjk(hevjînê) wê, destnîşan dike ku tundî çi tebeqeyî nas nake û li hemû ser hemû tebeqeyan bi cî bûye. Hal û statûya wan çi dibe bila bibe hêza veşarî ya tundiyê li hemû zilaman peyda dibe, jin jî di bin vê xeterê de dijîn. Kanûna bi hejmara 6284 ku behreya wê li berî girtina tundî û kuştinê li hember jinê heye, lê ji ber wekî yaseya ku “ li hember malbatîbûnê û malxirakirinê” ye tê bi lêvkirin, yek ji wan sedema ye ku tundiya li hember jinê bi rewa derdîne pêş. Dema ev kanûn bikêr bê sepandin, xwediyê wê behreyê ye ku berî li tundiyê li hember jinê bigre, lê ji ber yên vê yaseyê pêk tînin nêzîkahiya wan a polîtîk û vê yaseyê bêkêr pênase dikin, pirsgirêkên di pêkanîna jiyana rojane de, bi têrê nakin ku berî li tundî û kuştina jinan bê girtin. Heger yaseya bi hejmara 6284’an, bê kêmasî bê bikaranîn behreya wê heye ku berî li tundî û kuştina jinan bigre. Ji ber wê çendê jî ew kesên ku li hember vê yaseyê xebatê dikin, yên nahêlin ev yase bê kêmasî bên biakanîn berpirsên van kuştina bixwe ne.”

Değer da zanîn ku wê tehzî li avahiya Baroya Amedê bê gêran, û got em ji raya giştî re deklare dikin ku “Wê em ê dozdarê vê kuştina hovane bin, lêpirsîn û girtinê bişopînin û ji bo faîl sizayê herî giran bistîne ku ev yek nebe sedemê kuştinên din, çi ji destê me were em ê bikin. Em di wan rojan de derbas dibin ku berî li kuştina jinan nayê girtin. Bi vê bûyera xembar em careke din dibînin ku perwerde-bêperwerdebûn nêrîna tundiya li hember jinê naguherîne, em dibînin bê guherîn, statûya civakî û asta perwerdehiyê nêrîna zilam ya desthilatdariya serdest berdewam e. Em dibînin ku tevdîrên parastin û berîlêgirtina kuştina jinê nayên girtin, heta ku darizandinek adilane-bikêr- bilez neyê kirin ne pêkane ku berî li van kuştina bê girtin. Em careke din tundiya zilam ya li ser jinê şermezar dikin. Em gotina xwe bi gotina hevpîşeya me ya ku hate kuştin bi dawî dikin.

“Em dibêjin em li hember hemû awayê tundiyê ne û bila jin hemû ji bo mafên xwe yên xwezayî hişmendîya xwe pêş bixin û xwedî helwest bin. Her weha divê dewlet ewleyîya canê jinên ku tundî li wan hatiye kirin bistîne û ji bo jin karibin mafê xwe yê yaseyî pêk bînin tevdîran bistîne. Berî her tiştî helwesta herî di cî de ew e ku jin bi azadiya xwe bê dîtin. Em dibêjin ku ji her demê bêtir jinê ev yek heq kiriye û pêwistiyê pê dibîne.” Em di xema giran ya xwindakirina hempîşeya xwe de ne, em dibêjin bila xwidê rihma xwe lê bike, serê malbata wê, hezkiriyên wê, Baroya Amedê û temamêhevpîşeyên wê sax be.”

Piştî daxwiyaniya Değer’ê, Serokê Odeya Tabîbên Amedê Şerîf Demir axivî û got; em xembar in ku hekîmekî ku karê wî yê esasî jiyandina mirova ye bûye sedemê kuştinê.

Piştî daxwiyaniyan Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mirzakli, Serok û Rêveberiya Baroyê, Serokê OBTA(DTSO), parêzer bi hev re çûne tehziya malbata Muzeyyen Boylû ku li taxa Şukurlü ya navçeya Çinarê.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan