Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Mizrakli, bi zarokan re Galerîya Hunerê ji nû ve xist ber xizmetê

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, bi beşdariya hunermenda zarok Jîndar Zenan Gumuş û komek zarokan Galerîya Hunerê ya Amedê ji nû ve vekir û da ber xizmetê.

Galerîya Hunerê ya Amedê di bin banê Serokatiya Daîreya Karên Çandî û Civakî de xizmetan dimeşîne, berê hatibû daxistin, niha ji nû ve hate vekirin. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, bi beşdariya hunermenda zarok Jîndar Zenan Gumuş û komek zarokan Galerîya Hunerê ya Amedê ji nû ve vekir û da ber xizmetê. Galerîya bi ‘Pêşangeha Xwemal a Wêneyan’Jîndar Zenan Gumuş a 10 salî ku di kursa wêneyan li Navenda Çand û Kongreyan perwerde dibe, hate vekirin. Vekirin bi destê Hevşaredar Mizrakli û zarokan hate kirin.

Galerîya Hunerê ya Amedê li Sumerparkê ye, Mizrakli ligel Gumuş û zarokan li galeryayê geriya û berhemên hunermenda biçûk venêrtin. Mizrakli der barê wêneyên Gumuş de agahî wergirtin û bi zarokan re wêne girtin.

Jîndar Zenan Gumuş kêfxweşiya xwe anî ziman ku di Galeryaya Hunerê ya Amedê de pêşangeha wê hatiye vekirin û spasiya xwe li Şaredariya Bajarê Mezin kir. Mizrakli piştre ji zarokan re daxuyaniyek biçûk da û got, “Zenanê, xeyal û hestên xwe resmandine. Hûn jî xeyalên xwe bînin ziman, bikin helbest, bikin nivîs, bikin wêne, dakin ser seramîkan da ku xeyalên we azad bibin. Ez hêvî dikim ku siberojê hûn şa bin, hêviyên we bêne cih.”

Pirtûkxaneya Mehmed Uzun seh kir

Mizrakli piştre serdana Pirtûkxaneya Mehmed Uzun kir. Mizrakli ji aliyê xebatkarên Pirtûkxaneya Mehmed Uzun ve hate pêşwazîkirin. Ji bo ciwanên li pirtûkxaneyê aciz nebin, neket li nav derî agahî wergirtin. Mizrakli der barê envanterên pirtûkxaneyê de agahî wergirtin û ji bo pirtûkxaneyên ber destê Şaredariyê berfireh bibin, bi xebatlaran re bîr û boçûna xwe parve kir.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan