Mizrakli li Otogara Navçeyan ya Rojhilat venêrîna xwe kir
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mirzakli, serdana Otogara Navçeya ya Rojhilat kir û agahiyên di derbarê xebatên pîlansaziya qadê de ji pêwendîdaran venêrt.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, venêrîna xwe li qada xebata pîlansaziya ku wê li Navçeya Yenîşehîrê Taxa Şehîtlikê, li Otogara Navçeyan ya Rojhilat bê pêkanîn kir û bi esnafan re hevdîtin pêk anî. Hevseroka Sûrê Filîz Buluttekîn, endamên meclîsê û serpereştên beşan beşdarî vê geryana Mizrakli bûn.
Mizrakli, li qada gerajê geriya û ji berpirsan agahî werîgirtin.Mirzakli, venêrîna xwe li qada ku wê xebata pîlansaziya ji aliyê Serokatiya Daîreya Karûbarên Fenê ve ji bo nûjenkirina Geraja Navçeya ya Rojhilat bê pêkanîn kir û da xweya kirin ku wê di demek nêzîk de xebat dest pê bike.Piştî raçavkirinê Mizrakli, bi esnafên gerajê û hewlatiyan re hevdîtin pêk anî, li pirsgirêk û daxwaziyên wan guhdar kir. Mizrakli got ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan çi destê wan bê wê bikin.
Paşê Mizrakli û tevî kesên pê re çûn serdana esnafê li hemberî Geraja Navçeyan ku li ciyê karê xwe ji pirtûkên xwendî ji xwe re lê pirtûkxaneyek çêkirî bû kirin. Mizrakli, li pirtûkxaneyê meyîzand û pîrozbahiya esnaf kir û hêviya serkeftinê lê kir.
