Mizrakli li stasyona ku zibalê lê neqil dikin geriya
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mirzakli,serdana Stasyona ku Zibalê lê Neqil dikin ya bi ser Serokatiya Daîreya Parastina Hawirdor û Konrtolê kir û venêrîna xwe ya li ser xebatn kir û bi xebatkaran re rûnişt.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mirzakli, venêrîna xwe li qadên xebatên yên Şaredariya Bajarê Mezin berdewam dike. Mizrakli, serdana Stasyona ku Zibalê lê Neqil dikin ya bi ser Serokatiya Daîreya Parastina Hawirdor û Konrtolê kir, li qada kar geriya û ji berpirsan agahî werîgirtin.
Mizrakli, ji boçareserkirina pirsgirêkên bajêr û çareseriyan bi fermanberên rêveberiyaSerokatiya Daîreya Parastina Hawirdor û Konrtolê re şêwirî. Mizrakli, bal kişand ser giringiya keda paqijkarên ku paqijiya bajêr dikin û got ku, “Karê şaredariyê yê esasî hûn dikin, hûn xwediyê kedê ne ku xizmetguzariya esasî tê bi rêve birin. Ji ber wê çendê jî pêwist e ew gelek caran li we bipirsin, bi we re hevdîtinan pêk bînin bê ka li paşxaneyê ev kar çawa dimeşin ji bo em pê bizanibin ev yek çawa pêk tê.” û di xebatên wan de hêviya sihet û qewetê kir.
