Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Mizrakli li Tesîsên Civakî yên Fîskayayê geriya

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mirzakli, venêrîna xwe li Tesîsên Civakî yên Fîskayayê ku li qada Bexçeyên Hewselê ne û di sala 2015’an ketiye lîsteya Mîrateya Çandî ya UNESCo’yê û xebata peyzajê ya ku ji aliyê Wezareta Hawîrdor û Bajêrvanî ve tê berdewam kirin domand û derbarê xebatê de ji xebatkarên teknîkî pêzanîn werîgirtin.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mirzakli,li Tesîsên Civakî yên Fîskayayê yên ku li ser qadek 10 hezar û 435 metre çargoşe tên avakirin di nav Bexçeyên Hewselê ku di Tîrmeha sala 2015’an ketibû lîsteya Mîrateya Çandî ya UNESCo’yêû di sala 2018’an de beramberî 110 hezar û 250 TL yî dane bi kirê geriya. Ev Tesîsên Civakî ku li ser zemînê 2 qat 770 avahiyên sergirtî, 7 hezar û 165 pêvekên wê yên civakî û 2 hezar û 500 metre çargoşe otopark, bi temamî 10 hezar û 435 metre çargoşeyî pêk tê geriya û di derbarê xebatê de ji berpirsan agahî werîgirtin.

Piştî venêrîna li Tesîsên Civakî yên Fîskayayê Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mirzakli, venêrîna xwe ya xebatên Fîskayayê ku destpêka sûrên dîrokî ne heta bi Deriyê Mêrdîn û Birca Keçikê berdewam dike domand. Di derbarê peyzaja ku ji aliyê Wezareta Hawîrdor û bajêrvaniyê ve tê çêkirin ahagî ji xebatkarên teknîkî werîgirtin. Mizrakli, bal kişand ser peyzaj, rêkûpêk kirina hawîrdor, ronî kirin û pêvekên civakî yên li nav avahiyên dîrokî dikin deynin pêwiste bi wiryayî û hevdûgirtî bên pêkanîn, bi taybet jî pêkanîna vê yekê di nav şûnwarê dîrokî de zehmet e. Mizrakli, di berdewamiya axaftina xwe de got ku ev karên tên kirin miheqeq wê ji aliyê estetîk û avahîsazî ve bên rexnekirin, ji ber wê çendê heta ji destê mirov bê pêwist e karekî baş bê pêşxistin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan