Mizrakli venêrîna pengavan kir
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mirzakli,venêrîn li ciyê ku pengavên avê ku ji bo avdana zeviyan û vexwarina sewalan ji bo piştgiriya hilberînerên xwemalî yên li taxên Halkapinar, Karaçbelik, Bayirkonak a navçeya Çinarê ji aliyê Serokatiya Daîreya Karûbarên Mûxtaran ve hatine çêkirin kir. Mizrakli, di derbarê pengava li taxa Halkapinarê ji bo avadana sewalan hatiye çêkirin ji berpirsên teknîkî agahî werîgirt û daxwaz kir ku kêmasîyên teknîkî û fizîkî bi lez bên çareser bikin. Mizrakli, daxwaz kir ku ji bo berî li pêşî û mêşan bigrin masiyan berdin ava pengavê û destnîşan kir ku dikarin ji kevza ava pengavê ziblê hilberînin.
Mizrakli, piştî venêrîna pengava li taxa Halkpinarê derbasî taxa Karaçbelîkê bû, li vê derê bi cotkarên hilberîner re hevdîtin pêk anî, di derbarê qada çandiniyê û mahsulên çandiniyê de guftûgo kirin. Mizrakli, di derbarê kapasîta pengava ji bo avdana çandiniyê ya li taxa Karaçbelikê ku çiqas çêltûk pê tê avdan de agahî standin û got ku ji bo hilberînî berdewam be çi ji milê wan bê wê berpirsiyariya xwe bi cî bînin.
Dawî Mizrakli, venêrîna xwe ya li ser pengava li taxa Bayirkonakê berdewam kir, li kêmasîyên ku hilberîner û berpirsên teknîkî tespît kiribûn guhdar kir. Mizrakli, destnîşan kir ku wê ji bo di demeke zû de kêmasî bên çareser kirin bixebitin, li taxan li pirsgirêkên hewlatiyan guhdar kir, ji nêzîk ve bi zarokan re eleqeder bû.
