Navenda Ciwanan a Cewzêya Henê dest bi perwerdeyê kir
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xwendekarên dibistana seretayî û navîn di warê perwerdeyê de jê sûdê werbigirin li gundê Cewzî ya Henê Navenda Ciwanan xiste ber xizmetê.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ciwanên xwendekar di dersên xwe de bi pêş ve biçin li navenda bajêr û navçeyan navendên perwerdeyê, yên çand û hunerê saz dike.
Avahiya vala wek navend hate dabînkirin
Şaredariya Bajarê Mezin, avahiya ku berê wek avahiya Şaredariya Cewzê dihate bikaranîn û paşê wek kavil hatibû terikandin, ji bo cihê perwerdeya zarokan ji nû ve dabîn kir û dagerand navenda ciwanan.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, li gundê Cewzê yê Henê Navenda Ciwanan ava kirin, navendê dest bi dersên xwe yên sala 2021-2022’ê kir.
Li vê navendê 3 fêrgeh hene û 7 mamoste peywirdar in, xwendekarên pola 2 û heta pola 8’ê yên dibistana seretayî û navîn ji vê perwerdeyê sûdê werdigirin.
Navenda Ciwanan 12 mehan çalak e
Navenda Ciwanan dê 12 mehên salê di warên cur bi cur de xebatên xwe bimeşîne û tê de dê dersên Matematîk, Tirkî, Fen û Teknolojiya Bîo Zanistê bidin xwendekaran.
Ji bilî dersan xwendekar dê ji çalakiyên mîna drama, aqil û jîrî, muzîk û govendê jî sûdê werbigirin.
